• DOLAR 34.259
  • EURO 37.848
  • ALTIN 2929.976
  • ...
Li Herêma Kurdistanê dibistan ew ê bêne tetîlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Perwedehîyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Saîd derheqê meseleyê de daxuyanîyeke niviskî belav kir, di daxuyanîyê de destnîşan kir ku ew ê li Herêma Kurdistanê ji ber hilbijartinan wê dibistan ji bo 6 rojan bêne tetîlkirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Tetîl, ew ê hemû dibistanên dewlet, taybet û navneteweyî di nav xwe de bihewîne. Wê di 22yê Cotmeha 2024an de dibistan ji nû ve bêne vekirin.”

Hilbijartina ku bê kirin tê plankirin ku ew ê di 20ê Cotmeha 2024an de di bin çavdêrîya Komîsona Hilbijartina Bilind a Serxwebûna Iraqê de bê kirin.

Lu gorî qeydên dengdayînan li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 899 hezar û 878 mirov ew ê rayan bavêjin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir