• DOLAR 34.182
  • EURO 37.845
  • ALTIN 2906.589
  • ...
WHO: Li Libnanê sîstema tenduristîyê hildiweşe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus, derheqê hilweşîna sîstema tenduristîyê ya li Libnanê da daxuyanî da û weha got, “Nexweşxane ji nexweşên birîndar tije dibin. Sîstema tenduristiyê ji ber krîzên li pey hev ziîf bûye û li hember hewcedariyên mezin zehmetiyê dikişîne.”

Ghebreyesus da zanîn ku ew bi sefîrên welatên Komkara Erebî re li Cenevreyê civiyan û rewşa tenduristî li Libnan û herêmê gotûbêj kirin, û ew li hev kirin ku nexweş, xebatkarên tenduristiyê û sivîl, tevî penaber jî di nav de, bên parastin û xizmetguzariyên tenduristiyê yên pêwîstiya wan bi wan heye divê were pêşkêş kirin.

Ghebreyesus destnîşan kir ku WHO bi Wezareta Tenduristiyê ya Lıbnanê re bi koordînasyoni dixebite, hewcedariya zêde bi alîkariyê heye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir