• DOLAR 34.174
  • EURO 37.768
  • ALTIN 2913.924
  • ...
Guterres: Li Libnanê ew ê encamên xeraker a herba komî hebin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres banga agirbestê li Rojhilata Navîn kir.

Guterres di daxuyaniya xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da wiha got, "Şewata li Rojhilata Navîn bi lez û bez vediguhere dojehê."

Guterres bi gotina vê yekê ku divê ewlekarî û ewlehîya hemû personelên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî were temînkirin, destnîşan kir ku hêzên aştîxwaz ên NY li cihê xwe man û tevî daxwaza rejîma sîyonîst a ji bo veguheztinê, ala NY li ba xwe dewam kir.

Guterres, diyar kir ku divê ji şereke mezin a li Libnanê re dûr bê ketin, ew ê encamên kûr û wêranker hebin.

Guterres got, "Dema agirbesta li Xezzeyê, serbestberdana êsîran û gihandina alîkariyê ji bo Filistîniyan hatiye. Dem dema rawestandina şer û pevçûnên li Libnanê ye. Li Rojhilata Navîn çerxa kujer a tundûtûjiyê divê bi dawî bibe, dem diqede." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir