• DOLAR 34.155
  • EURO 37.809
  • ALTIN 2919.656
  • ...
Rejîma sîyonîst êrîşî Şamê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker a siyonîst ku qetlîama li Xezzeyê didomîne, li Libnanê û paşê jî Şama paytextê Sûriyeyê êrişî hewayî kir.

Wezareta Parastina Sûrîyeyê ragihand ku balafirên şer ên rêjîma sîyonîst li Taxa Mezzeya Şamê êrişî avahiyeke niştecihbûnê kirin û di encama êrişê de 3 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Berî niha di xebera ajansa SANA ya rejîma Sûrîyeyê de, ser bi çavkaniyeke leşkerî hatibû ragihandin, ku firokeyên cengê yên rejîma sîyonîst êrişeke asîmanî li ser avahiyekê pêk anîtin.

Di xeberê de weha hat gotin, "Di êrîşê de 3 sivîlan canê xwe ji dest dan û 3 sivîl jî birîndar bûn. Li herêmê xisarên meddî çêbûn."

Hate ragihandin ku hêzên îşxalker şevê din li gelek nuqteyên leşkerî yên Mezzeyê bombebaran kirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir