• DOLAR 34.248
  • EURO 37.837
  • ALTIN 2923.51
  • ...
Qemyonek ji kontrolê derket û li serwîsa karker û wesayîtekî qelibî: 3 jê giran 13 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li 3yemîn Herêma Pîşesazî ya Organîzeyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qamyonek ku li çarrê dizivirî, ajokarê wê ji kontrolê derket û li wesaîta parkkirî ya ku di bin îdareya Hasan G. de bû qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristiyê, îtfaiye û polês hatin sewqkirin.

Di qezayê de 11 kesên ku di serwîsa karkeran de bûn û 2 kesên ku di nav qamyonê de bûn birîndar bûn. Piştî alîkariya ewil mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa 3 birîndaran giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir