• DOLAR 34.218
  • EURO 37.897
  • ALTIN 2917.486
  • ...
Li Yalovayê operayona tiryakê: 18 girtî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çarçoveya tehqîqata ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Yalovayê ve hat kirin de, 50 ekîbên girêdayî Midûriyeta Şaxa Micadeleya Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Polêsan a Bajarê li 17 edresan operasyonên hemdemî li dar xistin.

Di operasyonê de li edresan û cihên kar lêgerîn hat kirin di encama lêgerînan de; 2 kîlo 814 gram tiryakên sentetîk, 2 hezar û 632 hebên koma dermansaziya sentetîk, 2,26 gram skunk (marîjuana ku ji hêla genetîkî ve hatiye guherandin), 6 terazûnên teqez, 2 çek û 12 fişek hatin bidestxistin.

29 şikdarên ku di serdegirtinan de hatibûn binçavkirin, piştî karên li midûriyeta polêsan ji edliyeyê re hatin sewqkirin.

Ji şikdaran 18 kes ji teref mehkemeyê ve hatin girtin, 11 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir