• DOLAR 34.225
  • EURO 37.841
  • ALTIN 2920.512
  • ...
Li Hîndistanê helîkopter ket xwarê: 3 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Bavdxana ku girêdayê navçeya Puneyê pêk hat.

Li gorî çapemenîya welat helîkopterekî aîdê şîrketa Heritage Aviationê ji pîsta helîkopterê firîyaye, li herêma çîyayî ya Bavdxanê ketîye nav erdekî.

Di encama qezayê de du balafirvan canê xwe ji dest dan. Piştî bûyerê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û îtfaîyeyê hatin şandin û îtfaîye şewata ku derket tefand, dûre jî cesedên nav helîkopterê hatin derxistin.

Polês, îfade kir ku ew texmîn dikin ji ber ku dinya mij bûye helîkopter ji ber wê yekê ketibe xwarê.

Rayadarên polêsan destnîşan kirin ku ew ji bona ku encam diyar bikin tehqîqatê dane destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir