• DOLAR 34.228
  • EURO 37.951
  • ALTIN 2919.35
  • ...
Rejima qatil êrîşê dibistan û êtîmxaneyê kir: 10 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên rejîma îşxalker a li Xezzeyê ya li dijî sîvîlan berdewam dike.

Rejima qatil, li herêma Zerkaya ku girêdayê Taxa Tuffahê ye, li dijî Dibistana Maskata ku Filistînî xwe sipartibûn bombe kir.

Li gorî xebera ku WAFAyê diyar kirîye, di êrîşê de 5 Filistînî şehîd ketin, 3 jê zarok 17 kes jî birîndar bûn.

Balafirên herbê yên teroristan jî, Enstîtûya Êtîmên Emelê bombe kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Parastina Sîvîl a li Xezzeyê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku di êrîşê de 5 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê daxuyand ku di encama êrîşên sîyonîstan de heta niha 41 hezar û 638 Filistînî şehîd bûne.

Hejmarê birîndaran jî derketîye 96 hezar û 460 kesan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir