• DOLAR 34.202
  • EURO 37.939
  • ALTIN 2916.787
  • ...
Ensarullah, tesîsên leşkerî yên li Tel Avîv û Elîatê bi ÎHAyan hedef girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Leşkerî yê Tevgera Ensarullah Yahya Serî di daxuyaniya xwe de got, "Hêzên hewayî li herêma Yafa ya îşxalkirî noqteyeke leşkerî ya rejîma sîyonîst a li herêma Yafa ya îşxalkirî bi balafireke bêmirov hedef girtin. Her wiha bi 4 balafiran bi tîpa Samad 4 li hedefên leşkerî yên li herêma Eîlatê xistin."

Serî bal kişand ser vê yekê ku her du operasyon bi awayekî serketî gihîştine armancên xwe û got: "Ev her du operasyon serkeftina gelê Filistîn û Lubnanê û piştgiriya berxwedana qehreman a Filistîn û Lubnanê ye."

Serî, “silav li hemû mucahîdên li Filistîn û Lubnanê dikim ku li hember êrîşa îsraîl-Emerîka û planên wê yên ku armanca wan bindestkirina hemû welat û gelan e, miletê xwe diparêzin.”

Serî her wiha bal kişand ser wê yekê ku "heta têkbirina êrîş û pûçkirina planên tawankar û komployên berfirehxwaz, ew ê li kêleka gelê Filistîn û Lubnanê bisekinin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir