• DOLAR 34.202
  • EURO 37.939
  • ALTIN 2916.787
  • ...
Li Libnanê hejmarê şehîdan derket 1217 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Libnanê bênavber berdewam dike.

Rejîma îşxalker diyar kir ku ew “Li herêma sînorê operasyonên bisînordar, mehellî û noqte hatine destpêkirin.”

Yekîneyên topavêtan, êrîşî deşta El-Wezzanî, El-Hiyam û Marcayunê kirin.

Balafirên herbê jî ji rêya Kevkebe-Marcayunê re êrîşa asîmanî pêk anît. Piştî êrîşê ji asîmana Dahîyeyê re dûman bilind bûn. Di encama êrîşan de hat diyarkirin ku gelek avahî xera bûne.

Îşxalkeran, herêmên Metula, Misgav Am û Kfar Giladiyê wek herêma leşkerî îlan kirin. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku têketina van herêman qedexeye.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê daxuyand ku ji 17ê Îlonê vir ve li Libnanê  1217 mirov di êrîşên sîyonîstan de şehîd ketine.

Di encama êrîşan de bi hezaran mirov birîndar bûn.

Ji ber bomberdûmanê bi sedhezaran mirov jî ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir