• DOLAR 34.202
  • EURO 37.939
  • ALTIN 2916.787
  • ...
Îşxalkeran, li Xezzeyê 12 êsîran serbest berdan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajansa Safa ya nûçeyan ragihand ku hêzên îşxalker 12 êsîran ji deriyê sînorî yê Kerem Ebû Selîm li rojhilatê bajarê Refahê serbest berdan.

Herî dawî jî îşxalkeran li Xezzeyê kom bi kom hinek girtiyan serbest berdan.

Di dema desteserkirinê de kesên girtî rastî îşkence, lêdanên dijwar û şokê tên. Destên kelepçekirî, ling û çavên wan girtî ne û ji rakirina serê xwe û pêdiviyên bingehîn tên astengkirin.

Ji 7ê Cotmehê û vir ve, tevî daxwazên saziyên girtiyan û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ji bo eşkerekirina çarenûsa xwe, hejmara girtiyên li Xezzeyê bi awayekî zelal nehate diyarkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir