• DOLAR 34.202
  • EURO 38.019
  • ALTIN 2911.369
  • ...
Emrîkaya îşxalker ji êrîşa bejahî ya sîyonîstan re destekê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Karên Derve yê Emrîkayê, destnîşan kir ku rejîma sîyonîst, derheqê “Çend operasyonan” de ji Emrîkayê re agahî dane û ew “Di vî warî de hevdîtinan kirine.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Emrîkaya îşxalker Matthew Miller weha got, “Derheqê çend operayonan de ji me re agahîyan didin, ez dizanim ku min derheqê operayona bejahîyê de çend tiştan dîtime. Me bi wan re (îsraîl) derheqê vê meseleyê de çend hevdîtinan kir. Ew ji me re gotin ku niha ew li dijî binesazîya Hîzbullahê ku nêzê sînorê ne operasyonên sînordar dikin. Encax em di vî warî de daîma bi wan re hevdîtinê dikin.”

Rayedarekî dinê yê Emrîkayê jî îfade kir ji ber ku Emrîka “Ji parastina xwe ya wan re destekê dide” ji wan nehat gotin ku êrîşên li dijî Libnanê bidin sekinandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir