Li dijî rêxistina ku li Stenbolê dikanan didin ber guleyan operasyon hat lidarxistin: 23 binçavî
Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, destnîşan kir ku di encama operasyonên ku li dijî rêxistina sûc a organîzeyî ku li Stenbolê li ser dikanan guleyan dirêjînin de 23 şikdar hatine qefaltin.
Wezîr Yerlîkaya ku li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir, îfade kir ku li navçeyên, Sultangazî, Eyûpsultan, Bakirkoy, Bagcilar û Ataşehîra Stenbolê operasyonên Kuyu-30 hatine tertîpkirin.
Yerlîkaya îfade kir 23 şikdarên ku hatine tespîtkirin sûcên wan ên; Kuştina bi qestî, teşebûskirina kuştina bi qestî, birîndarkirina qestî, gule reşandina dikanan, gule reşandina xanîyan, rişwet, tehdîd, zerardayîna ji malan re û bi qestî talûkekirina ewlehîya giştî hene hatine qefaltin.
Di encama operasyonan de 5 çekên bêrihset, 2 heb pompelî, 3 heb êlekên pol, esrar û metamfetamîn hatin bidestxistin. (ÎLKHA)