• DOLAR 34.178
  • EURO 38.272
  • ALTIN 2902.863
  • ...
Fînala bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” li Dîyarbekirê hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Nesla Quranê ku di meha Tebaxê de perwerdehîya nimêjê dida, wan perwerdehîyên xwe jî bi bernameyên fînalê xemiland, dawîya bernameyê vê carê jî Dîyarbekir bû.

Bi hezaran zarokên ku perwerdehîya nimêjê dîtibûn di çarçoveya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de hatin Camîya Mezin û li vê derê du rekaet nimêja şikrê kirin.

Zarokên ku nimêja şikrê kirin bi tevî hedîs û selawatan û bi dowîzên di destê xwe de heta Camîya Fatîhpaşayê meşîyan, di dema bernameyê de bêhn û hîssîyata pêxember û eshabîyan hat.

Pêşkêşvanîya bernameyê ji teref Selaheddîn Guler ve hat kirin û Ammar Zeren jî bi Qurana Pîroz bernameyê da destpêkirin.

Bi hezaran zarokên ku li cîhê ji wan re hatibû amadekirin sef girtin, bi cemaetî nimêj kirin.

Bername bi xwendeina şiîrên derheqê Azan, camî û nimêjê de berdewam kir û perwerdekar Fatîh Taş jî derheqê ehemmîyeta rojê de axavtineke kurt kir û bal kişand ku di perwerdehîya zarokan de rola malbatan rola herî mezin e.

Bername bi leyîstika Hecîwat-Karagozê berdewam kir û bi duayê dawî bû.

Koordînatorê Bajarê Dîyarbekirê yê Platforma Nesla Quranê Cîhad Kaplan derheqê bernameyê de nirxandinek kir û ji hemû dê û bavên ku destekên xwe dan wan re teşekuran kir.

“Ez ji dê û bavên Dîyarbekirê re teşekur dikim”

Kaplan hurgilîyên bernameyê parve kir û weha got, “Me fînala bernameya ‘Jîyan Bi Nimêjê Xweş e’ ku li çar alîyê Tirkîyeyê bikartînin li Dîyarbekirê tertîp kir. Em di seat 14.00an de li Camîya Mezin civîyan û li wê derê nimêja şikrê kir. Çîmkî van zarokan 2 meh e perwerdehîya nimêj û destmêjê girtine. Em bi tevî zarokên xwe hatin Camîya Fatîhê. Li vê derê bernameya me gelek xweş derbas bû, gelek beşdarî çêbûye. Ji dê û bavên Dîyarbekirê re teşekur dikim. Tevekî vê derê tijî kirine.”

Kaplan di berdewama axavtina xwe de weha got, “Dema ku em derheqê malbatan de jî tiştekî bibêjin em dikarin bibêjin ku ew ji zarokan zêdetir kelecanî bûn. Malbatên me di vê pêvajoyê de rolekî mezin leyîstin. Çîmkî zarok çiqas jî li camîyê ji xoceyê xwe hîn bibe, di bingehê de temamî vê perwerdehîyê ji dê û bavê derbas dibe. Piştî perwerdehîyê me zarokên xwe anît li vê derê, wek ku îcazetê standibin kumên xwe avêtin hewayê. Hem malbat hem jî em lêfxweş bûn. Hemd ji Xwedê re me bernameya xwe jî bêqeza û bêbela dawî kir.” (ÎLKHA)

































































Bu haberler de ilginizi çekebilir