Kabîne îro dicive
Kabîne, ew ê îro di bin serokatîya Serokkomar Erdogan de were cem hev.
Kabîneya ku bê tertîpkirin ew ê li Beştepeyê werin cem hev.
Meddeya rojevê ya Kabîneyê, ew ê şehîdbûna Serokê Hîzbullahê Hesen Nesrullah ku bi sûîqestê hatibû şehîdkirin, êrîşên li dijî Libnan û Xezzeyê bin.
Tê texmînkirin ku ew ê tesîrên hevdîtinên Serokkomar ê li New Yorkê di çarçoveya zîyaretên Neteweyên Yekbûyî de pêk anîtîye bê gotubejkirin.
Rojekî piştî civîna Kabîneyê ew ê Meclîs jî dest bi sala qanûndanînê bike. Di dewra nû de ew ê xebatên qanûndanî jî di Kabîneyê bê axavtin.
Ew ê ji bo micadeleyên bi enflasyonê re çi hewceye jî bê nirxandin. (ÎLKHA)