Li Lubnanê ji ber şehadeta Nasrullahê 3 rojan şîn hat îlankirin
Hukûmeta Lubnanê ji bo Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hasan Nasrullahê ku di êrîşa asîmanî ya li Beyrûdê de şehîd bûbû, 3 roj şîn îlan kir.
Civata Wezîran bi sedema şehîdbûna Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Seyîd Hesen Nesrullah ku di êrişa asîmanî ya rejîma siyonîst li dijî herêma Dahiye ya paytaxt Beyrûdê şehîd bûbû, li welat 3 rojan şîn îlan kir.
Li Lubnanê di navbeyna 30 Îlonê-2ê Cotmehê de 3 rojan şîn hat îlankirin. (ÎLKHA)