• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Di êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst a li ser Lubnanê de 33 kes hatin qetlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di êrîşên hewayî yên rejîma îşxalker a li ser Lubnanê de kuştî û birîndar zêde bûne.

Di encama êrîşên asîmanî yên rejîma îşxalker a li dijî herêmên cuda yên Lubnanê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 195 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 17ê Îlonê û vir ve 104 jê zarok 194 jê jin bi giştî hezar û 52 kes hatine qetilkirin.

Serokê Hizbullahê Hasan Nasrullah jî di êrîşa hewayî ya 27ê Îlonê ya li ser Beyrûtê de ji aliyê rejîma îşxalker ve şehîd bû.

Rejîma terorîst a îsraîl li Lubnanê komkujî û jenosîda ku li Xezzeyê kir didomîn e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir