• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Ji Tuxayên Qessam peyama “Nasrullahê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tugayên Qessam di peyama xwe ya ji bo Hasan Nasrullah de ev tişt gotin:

“Fermandeyê Tûxayên Şehîd Îzzeddîn El-Qessam, ji birayên hêja yên Hizbullahê, ji hevrêyên wê yên di mucadeleya parastina Mescîda Eqsayê de, ji gelê hêja Lubnanê, ji pêşengên Berxwedana Serdemê û ji hemû gelên ummeta me, ji ber şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê, rêberê mezin ê cîhadî Seyîd Hesen Nasrullah sersaxiya xwe pêşkêş dike.

Seyîd Hesen Nasrullah li başûrê Beyrûdê di encama êrîşeke dijminê siyonîst de tevî gelek hevalên xwe şehîd bû û di encama êrîşê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.

Em îro yek ji rêberên cîhadê re ku herî zêde ji teref rejîma siyonîst ve dihat xwestin dîtin, xatir dixwazin. Hizbullah di bin serokatiya wî de pêşkeftinek mezin bi dest xistiye, bûye rêxistineke bi hêztir û berxwedêrtir. Rêbertîya Nesrullah di têkiliyên bi berxwedana Filistînê re, nemaze bi Tuxayên Qessam re têkariyeke baş dida; tu carî xwe ji dayîna her cure piştgirî, alîkarî, stargeh û tecrûbeyê ji berxwedana Filistînê re negirt.

Şehîd Fermandar Hesen Nasrullah wê bi helwesta xwe ya dîrokî ya di dema Tofana Eqsayê de li gel gelê Filistînê sekinîye wê bê bîrê. Di vî şerê herî pîroz û bi rûmet de ji bo parastina Mescîda Eqsa û nirxên pîroz, girtina cebheya piştevaniyê ji Xezzeyê re red kir, tevî ku Hizbullah û gelê Lubnanê berdêlên mezin didin, berxwedana xwe domand û canê xwe feda kir.

Dijminê terorîst belkî di demekê de kêfxweş bibe û kiryarên xwe yên sûcdar zêde bike, lê di demek nêzîk de ew ê têbigihêjin ku bi destê berxwedêr û zarokên dilpak ên umeta me, ji bo tunekirina xwe ya neçar gavan diavêjin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir