• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
ÎTTÎHADUL ÛLEMA ji bo şehadeta Nasrullah peyama şînê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê peyama ÎTTÎHADUL ÛLEMAyê ku li ser hesaba medyaya civakî hat kirin wisa bû:

“Sist nebin û xemgîn jî nebin; eger bi rastî hûn bawermend bin teqez ên serkeftî hûn in. (Alî Îmran: 139)

Di êrîşa terorîstî ya ku ji teref rejîma terorîst a sîyonîst a qatil ve li Beyrûdê hat kirin; Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyîd Hesen Nasrullah ji ber ku li cem Mescîda Eqsayê, Qudsê û birayên me yên Filistînî sekinîye, bi eşkere li hember zaliman rawestiya û li hember zilma wan serî netewand, şehîd bû. Tevî wî bi sedan birayên me yên mezlûm gihiştin asta şehadetê û çûn bal Rebbê xwe.

Divê em ji bîr nekin ku dijmin tenê ji ber ku em Misilman in, cudahiyê naxe navbera me; Wateya canê me, mal û milkê me, jin û zarokên me, ciwan û kalên me, bajar û warên me û hemû tiştên me yên pîroz e û qetlîama xwe berdewam dike. Weke Misilman divê em bibin yek û di her warî de di warê maddî, menewî, zanistî û leşkerî de li dijî dijminên Îslamê û Misilmanan mucadeleya xwe bidomînin.

Em ji alim, umera û hemû şehîdên ku tenê ji bo rizaya Xweda û ji bo gotina Xweda li ser navê Îslamê canê xwe dane, rehma Xwedê dixwazin.

“Kafiran nexwazin jî, wê Xwedê nûra xwe temam bike!” (Saff: 8) (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir