• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Lubnanê zêdetirî 200 hezar kes di hundirê welat de ji cihê xwe hatin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîserê Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Grandî diyar kir ku zêdeyî 50 hezar Lubnanî û Sûriyeyiyên ku li Lubnanê dijîn ji ber êrîşên hewayî yên rejîma siyonîst derbasî Sûriyê bûn û got: "Zêdetirî 200 hezar kes di nava Lubnanê de cih û warên xwe bûn."

Grandî da zanîn ku xebatên alîkariyê da ku bigihêje her kesê hewcedar bi koordîneya her du hikûmetan re berdewam dikin.

Artêşa îşxalker di 23ê Îlonê de bi sedan êrîşên hewayî birin ser bajarên başûrê Lubnanê, her wiha herêmên Bekaa û Baalbek.

Li gorî rayedarên Lubnanî, ji 17ê Îlonê ve dema ku cîhazên ragihandinê yên Hizbullahê bi kar dianîn, 1030 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 104 jê zarok û 194 jin in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir