• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş ji bo Şehîd Nasrullah peyama şînê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê peyama Rêberê Cemaeta Hîzbullah Muhterem Edîp Gumuş ewakî ye:

“Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm

Sist nebin û xemgîn jî nebin; eger bi rastî hûn bawermend bin teqez ên serkeftî hûn in. (Alî Îmran: 139)

Seyîd Hesen Nasrullah ku 32 salan li Lubnanê Rêbertiya Hîzbullahê kir, şeva borî ji ber êrîşa hovane û tirsonek a siyonîst îsraîl şerbeta şehadetê vexwar.

Em sersaxiyê ji hemû komên berxwedêr bi taybet Hîzbullah re dixwazin. siyonîst heta ku Misilmanan qetl bikin wê nikaribin rihet bin, nikaribin bigihîjin jiyana ewle ya ku her dem xeyal dikirin. Evîndarên Mescîda Eqsayê û Qudsê wê bibin belaya siyonîzmê. Ez hêvî dikim ku dawiya siyonîstên ku van qetlîam, qirkirin û zilma herî giran li Misilmanan dikin, pir nêzîk e.

Ji malbata wî û di serî de Hîzbullah û bi giştî ji tevgera berxwedanê re ji Xweda sebrê dixwazim.

Birayê we Edîp Gumuş.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir