Îran: Ew ê rêya îftîxar ê Nesrallah berdewam bike
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Kenanî, derheqê şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nesrallah de weha got, “Ew ê rêya Seyyîdê berxwedanê ya ku bi şanazî û îftîxarê tijîkirîye berdewam bike û bi îzna Xwedê doza wî ya pîroz ew ê bi azadbûna Qudsê pêk were.”
Kenanî, li ser hîsaba xwe ya Xê derheqê şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nesrallah de daxuyanîyek parve kir.
Kenanî, di daxuyanîya xwe de weha îfade kir, “Ew ê rêya Seyyîdê berxwedanê ya ku bi şanazî û îftîxarê tijîkirîye berdewam bike û bi îzna Xwedê doza wî ya pîroz ew ê bi azadbûna Qudsê pêk were.”
Hîzbullahê Libnanê, îro di daxuyanîyeke niviskî de daxuyandibû ku Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyyîd Hesen Nesrullah di êrîşa sîyonîstan de şehîd bûye. (ÎLKHA)