• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Êlihê xwendekar ji bo Xezzeyê pere kom kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ÊLihê ji 7ê heta 70ê xelkê ji Xezzeya ku di bin êrîşên rejîma sîyonîst de ne de hestyarîyên xwe nîşan didin.

Hayrunnîsa Çelîk û Rana Uzum ku di Dibistana Navîn a 100emîn Salê de di sinifa 7emîn de ne, bi tevî qumbereyên ku çêkiribûn li dibistanê gerîyan û ji bo Xezzeyê pereyan kom kirin.

Xwendekarên ku bi tevî mamosteyên xwe çûn Karwana Hêvîyê, pereyên ku kom kirin ji bona ku ji zarokên Xezzeyê re bighêjînin teslîmê rayedarên komeleyê kirin.

Xwendekarên ku mînakek xweş nîşan dan weha gotin, “Me ji bo xûşk û birayên xwe yên Filistînî qumbareyek amade kir. Em di dibistana xwe de sinif bi sinif gerîyan û pere kom kir. Me van pereyan ji Karwana Hêvîyê re anît. Ew ê ew jî ji Filistînê re bişînin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir