• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Hîzbullahê bi fuzeyan li sîyonîstan xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Beyrûda paytexta Libnanê, doh êvarê li pey hev teqîn pêk hatin.

Îşxalkeran, li Taxa Hureykaya ku herêma Dahîyeya Beyrûdê ye avahîyekî sîvîlan hedef girt.

Di êrîşê de bi tonan bombe hatin bikaranîtin.

Hat desntîşankirin ku avahî di encama êrîşê de bû wek xwelîyê û bi sedan mirov di bin kavilan de mane.

Hîzbullahê jî bersiva êrîşê da.

Ji herêmên Karmîel, Naharîya û bajarê Safedê re bi sedan fuze hatin avêtin.

Piştî barana fuzeyê li herêman sîren lêketin.

Çapemenîya îşxalê, diyar kir li cîhên ku Hîzbullah fuzeyan avêtîye dengê teqînê hatîye bihîstandin.

Ji teref artêşa rejîma îşxalker ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku sîstema hewaya parastinê hinek fuzeyan asteng kirine lê hinek fûze jî li cîhên ku ketine bûne sedema xesarê.

Piştî operasona fuzeya derheqê mirî û birîndaran de tu agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir