• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Karwana Hêvîyê ji bo Libnanê banga alîkarîya acîlî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ku hem berîya 7ê Cotmehê hem jî piştî 7ê Cotmehê alîkarîyên xwe didomîne, vê carê ji bo Libnana ku nêzê mehekîye dûçarê êrîşê terorîstan dibe dest bi xebatên alîkarîyê kir.

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derheqê meseleyê de ji ÎLKHAyê re axivî û weha got, “Em hem berîya 7ê Cotmehê hem jî piştî 7ê Cotmehê xebatên xwe yên ji bo Xezzeyê zêde dikin û didomînin. Herî dawîn me li ser Urdunê 12 tir alîkarîyan şand Xezzeyê. Hefteyî dawîn sîyonîstên wehş li Libnanê êrîşên xwe zêde kirîye. Bi tevî êrîşên li dijî Başûrê Libnanê xûşk û birayên me yên li wê derê mecbûr dimînin ku biçin welatekî dinê an jî di nav welat de cîhê xwe guherînin. Ji vê rewşê herî zêde zarok û pîrek tesîrdar dibin. Hêdî hêdî em dikevin zivistanê. Li gorî agahîyên ku me bidestxistîye, lazimatî ji xwarin, şîva germ, nan û çadiran re heye. Em jî bang li xêrxwazan dikin ku bila alîkarîyan bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir