Li Daxistanê di îstesyona benzînê de teqîn pêk hat: 10 mirî
Di Komarîya Xweser a Daxistana ku girêdayê Federasyona Rûsyayê ye de, di îstesyonekî benzînê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 2 jê zarok 10 kes canê xwe ji dest dan.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Rewşên Acîl yê Rûsyayê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku li Komarîya Xweser a Daxistanê di îstesyonekî benzînê de teqîn pêk hat.
Di encama bûyerê de 2 jê zarok 10 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin şewata ku piştî teqînê derket hat vemirandin. (ÎLKHA)