• DOLAR 34.188
  • EURO 38.196
  • ALTIN 2931.092
  • ...
Li Libnanê hejmarê şehîdan gihaşt 748an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma qatil êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne.

Hat îfadekirin ku di êrîşa terorîstan de hejmarê şehîdan gihaştîye 748an, ji 2 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûne.

Ji ber êrîşên rejima terorîstan koça ku ji Beyrûd û herêmên bakur re têne kirin berdewam dike.

Ji ber bomberdûmana îşxalkerên sîyonîstan li nav welat 150 hezar mirov ji cîhê xwe bûne.

Hat diyarkirin ku di nav 2 rojên dawîn de 15 hezar û 600 Sûrîyeyî û 16 hezar û 130 Libnanî derbasê Sûrîyeyê bûn.

Di rapora ku Yekîneya BIreveberîya Rîska Afetê ya ku girêdayê hikumeta Libnanê ye hatîye amadekirin de, hat diyarkirin ku rejîma terorê ji 8ê Cotmehê vir ve 7 hezar û 34 êrîşên asîmanî, 248 hezar bombeyên fosforê, 133 caran jî êrîşa çekdarî bi kar anîtîye, di encama van êrîşan de jî ji 1540 kesan zêdetir mirov hatin qetilkirin, 5 hezar û 410 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin hejmarê mirovên ku ji cîhê xwe bûne û hatine qeydkirin in 77 hezar û 100 kes in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir