Li Kerkûkê qezaya trafîkê: 10 mirî, 4 birîndar
Li Kerkûka ku li başûrê Kurdistanê ye qeza pêk hat, di encama qezaya li ser rêya Kerkûk-Tîkrîtê de herî kêm 10 kes mirin.
Qeza, li ser rêya Kerkûk-Tîkrîtê di navbera 3 wesayîtan de pêk hat.
Hat destnîşankirin ku ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidstxistin di encama qezayê de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û cenazeya mirîyan jî ji mergên nerxweşxaneyan re hatin birin. (ÎLKHA)