Însanan dixwazin ku bila bi zimanê xwe yên dayîkê biaxivin
Welatîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin ku divê li ber axavtina bi zimanê dayîkê û daxwazîyên bi vê şeklê astengîyek tinebe.
Xwedê Teala di sûreya Rûm de di ayeta 22yemîn de weha dibêje, “Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene.”
Welatîyan îfade kirin ku li welat zimanên biyanî bi rehetî têne axavtin, tê xwestin ku bila zimanê Kurdî jî bi rehetî bê axavtin.
Faruk Uveylî îfade kir ku ew dikare bi 8 zimanî biaxive, ji ber hesabên xelet ew zimanê xwe yê dayîkê Kurmancî nikare bi rehetî xeber bide.
Uveylî, “Ez nêzê 8 zimanan dizanim û biaxivim. Van zimanan jî Elmanî, Îngîlîzî, Erebî, Farisî, Tirkî, Kurmancî, Rûsî û Bulgarî ne. Em wek endamê zimanekî hatine vê dinyayê. Her welatekî al û zimanekî wî heye. Li hinek welatan jî mirovên ku kêmanîne hene û di bin ala wê dewletê de dijîn. Mînak li Tirkîyeyê kêmanîyên wek Ezerî, Kurd, Çekez, Elewî hene û zimanê vana jî hene. Bi taybetî em li Agirîyê bi zimanî Kurdî diaxivin feqet zimanê me ya fermî Tirkî ye. Em li ser axên Tirkîyeyê dijîn lê ji ber hesabên xelet em nikarin zimanê xwe yê dayîkê biaxivin.”
“Ji ber ku em bi Tirkî diaxivin zimanê Kurdî jî nikarin zêde biaxivin”
Baran Ayyildiz diyar kir ku ew 4 zimanî dikare biaxive, ji ber ku ew nikare bi rehetî zimanê xwe ya dayîkê Kurdî biaxive dema ku diaxive jî zimanê wî nagere.
Ayyildiz, “Ez zimanê Kurdî, Tirkî, Elmanî û hinek jî Îngîlîzî dizanim. Min xwe pêşve bir û van zimanan hîn bûm. Însanekî çiqas ziman zanibe hewqas dikare xwe rehet îfade bike. Niha ez Kurmancî fêhm dikim lê bi rehetî nikarim biaxivim. Niha jî ji xwe zimanê min lê nagere.”
“Dema ku tu sîwarê balafirê dibî bi Îngîlîzî anons tê kirin, welcome (tu bi xêr hatî)”
Recep Kagunduz ku bi zimanê Kurmancî fikr û ramanên xwe anît ziman, îfade kir ku hinek welatî ji ber ku Tirkî nizanin bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin.
Recep Akgunduz weha got, “Zimanê me jîyana me ye, zimanê me hebûna me ye, zimanê me welatê me ye, zimanê me rûmeta me ye. Ger ku zimanê me tinebe em jî tinene, em bi zimanê xwe hene. Roja zimanê dayîkê yê hemû kesan, ya Kurd û Kurdistanê pîroz be. Çend roj berê li Sêrtê nexweşeka Kurd ji ber ku Tirkî nizanibû û ji ber ku derdê xwe bi Tirkî nedianît ziman ji teref doxtoran ve nehat muayenekirin. Em vêya qebûl nakin, ev ne tiştekî xweş e. Dema ku tu sîwarê balafirê dibî bi Îngîlîzî anons tê kirin, dibêjin welcome (hûn bi xêr hatin). Hûn dikarin bi Kurmancî jî bibêjin hûn bi xêr hatin. Yanê dema ku tê gotin welcome ev herêm nabe herêma Îngîlîzan. Bi Kurdî jî bê gotin baş e. Daxwazîya me ev e ku bila hemû kes bi zimanê xwe biaxive.” (ÎLKHA)