• DOLAR 34.153
  • EURO 38.252
  • ALTIN 2928.546
  • ...
Ji Misir, Urdun û Iraqê daxuyanîya hevpar: Îşxalker, herêmê dikişîne nava şer
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrên Karên Derve yên Misir, Urdun û Iraqê piştî hevdîtinên ku di çarçoveya 79emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê hatin kirin de daxuyanîyeke hevpar dan.

Li gorî daxuyanîyê, Wezîrên Derve yên Urdinê Eymen Sefadî, yê Misirê Bedir Ebdulatî û yê Iraqê Misrî Fuat Huseyîn, “aloziya bi talûke ya li herêmê gotûbêj kirin û bal kişandin ku rawestandina vê alozîyê ew ê bi sekinandina êrişên îsraîlê ya li ser Xezzeyê dest pê bike.”

Wezîran bi şermezarkirina êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî Libnanê û bal kişandina ku îşxalkeran herêmê ber bi şerekî berfireh ve dikişîne, bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê kirin ku ji bo rawestandina şer bi mesulîyetên xwe xwedî lê derkevin.

Wezîran destnîşan kirin ku "Ew ê ji bo hemû herêmê encamên ciddî çêbibe, mesulîyeta vê gengeşîyê jî aîdê îşxalê ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir