• DOLAR 34.15
  • EURO 38.242
  • ALTIN 2915.731
  • ...
Komên Iraqî baregeha leşkerîya Ramonê ya rejîma îxşalker hedef girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derheqê operasyonê de daxuyanîyek hat parvekirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ê li hember îşxalkeran berxwedana xwe bidomînin. Micahîdên Berxwedana Îslamî ya Iraqê ji bona ku ji êrîşên rejîma îşxalker re ku zarok, pîrek, îxtîyar û sîvîlan dikujin bersivê bidin îro 25ê Îlona 2024an ji hedefeke ku nêzê Gelîyê Urdunêye re bi balafirên bêînsan yê hewayê operasyonek li dar xistine. Berxwedana Îslamî, dîsa dibêje ku ew ê hedefgirtina dijminan bidomîne.”

Çapemenîya îşxalê, daxuyand ku ji nûçeya teqîna ku bi balafira bêînsan yê hewayê ku ji Iraqê hatibû şandin pêk hatîye re qedexeya weşanê hatîye dayîn.

Hat diyarkirin ku baregeha leşkerîya Ramonê ya rejîma îxşalker hatîye hedefgirtin û sîstemên parastina hewayê nikaribûne astengîyê bikarana.

Baregeha Hewa ya Ramonê, baregeheke hewayê ya herî mezin û stratejîk a rejîma îşxalker e û nêzê 30 kîlometre dûrê Nîvgrava Sînayê ya Misirê ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir