Li 27 bajaran operasyona koçberan: 1029 koçber hatin qefaltin
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku li 27 bajaran li dijî qaçaxçî û koçberan operasyon hatin lidarxistin.
Di daxuyanîya Yerlîkaya de ku li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî belav kir, hat îfadekirin ku di nav 4 rojên dawîn de li dijî qaçaxçî û koçberan operasyona Kalkan-27an hat lidarxistin.
Wezîr Yerlîkaya destnîşan kir ku li bajarên Îzmîr, Edîrne, Qocaelî, Muxla, Wan, Entelya, Stanbol, Qirklarelî, Qonye, Edene, Amasya, Aydin, Bîlecûk, Bêdlîs, Erzincan, Eskîşehîr, Entab, Colemêrg, Qeyserî, Nîxde, Ordu, Seqerya, Samsûn, Riha, Bayburt, Karaman û Kinikanê 84 qaçaxçîyên koçberan û hezar û 29 koçber hatin qefaltin. (ÎLKHA)