• DOLAR 34.151
  • EURO 38.253
  • ALTIN 2916.463
  • ...
Fermandarê Hîzbullahê Îbrahîm Kubeysî şehîd ket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di roja duyemîn a êrîşên li dijî Libnanê de herêmên başûr û Beyrûd careke din bûn hedefên terorîstên gemar a sîyonîst.

Sîyonîstan, li başûrê Beyrûdê avahîyekî hedef girtin.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê, desntîşan kir ku di encama êrîşê de şeş kes şehîd bûn, 15 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrîşê de Îbrahîm Kubeysîyê ku di yekîneya roket a Hîzbullahê de wezîfedar bû jî şehîd bûye.

Hîzbullahê, şehadeta Kubeysî rast kir.

Hat destnîşankirin ku Kubeysî ji sala 1980an vir ve di nav Hîzbullahê de wezîfedarekî leşkerîye, di warê fuzeyan de çavkanîyekî herî muhîm e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir