• DOLAR 34.145
  • EURO 38.188
  • ALTIN 2915.934
  • ...
HUDA PAR: Divê bi lez li dijî işxalker û fînansorên wan dest bi hereketê bê kirin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Entabê Şahzade Demîr di civîna çapemeniyê ya ku li TBMMyê hat lidarxistin de derbarê rojeva hundir û derveyê de nirxandinan kir.

“Eger çeteya terorê neyê sekinandin, bombeyên ku îro li Beyrûdê teqiyan, sibe wê li Qahîre û Emmanê biteqîn!”

Demîr bang li dijî êrîşên siyonîstan kir û got, "Divê baregehên leşkerî yên ku alema Îslamê qefilandine bên girtin, di her warî de bi taybetî di warê enerjiyê de li ser îşxalker û fînansorên wan ambargo bê danîn." Demîr gotinên xwe wisa domand:

“Îşxalkerên ku çav ji qirkirina wan ê Xezzeyê re hatin girtin, niha jî qada îşxalkeriyê li Lubnanê berfireh dikin. Divê were zanîn ku ev êrîşên ku ji ber bêdengiya şermê ya alema Îslamê gav bi gav wê berfireh bibe û ger demildest neyê sekinandin wê agir bi tevahîya herêmê bixin û berdêla bêdengiyê wê pir giran be.

Eger ev çeteya terorê ku bawerîyê tune dikin, sinor û qaîdeyan nasnakin neyê sekinandin, bombeyên ku îro li Beyrûdê teqiyan, sibe wê li Qahîre û Emmanê biteqîn. Teşkîlata Hevkariya Îslamî ku ji bo şermezarkirina van êrîşên di dilê alema Îslamê de çê dibin dem bi dem dicivin, niha li cîhanê bûne cihê pêkenokê. Divê bi lez li dijî îşxalker û fînansorên wan di çarçoveya plana çalakiya hevpar de bê hereketkirin. Divê baregehên leşkerî yên ku alema Îslamê qefilandine bên girtin, di her warî de bi taybetî di warê enerjiyê de ambargo li ser îşxalker û fînansorên wan bê danîn.”

"Serokê nû yê CHPê Ozgur Ozel bi 'pêlkirina hemû tûşan’ li gorî xwe siyasetê dike"

Demîr, anî ziman ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bi polîtîkayên nelihev hewl dide bêkêmasiya partiya xwe veşêre û gotinên xwe wilo domand, “CHP ya ku di demên dawî de partiya me bi sûcdarkirin, derew û îftirayên bêbingeh dike hedef, di heman demê de bi polîtîkayên nelihevkirî yên ku dimeşîne balê dikişîne, hewl dide ku bêhêziya xwe ya siyasî veşêre. Serokê nû yê CHPê Ozgur Ozel bi 'pêlkirina hemû tûşan’ li gorî xwe siyasetê dike. Ne xet û ne jî prensîbeke wî heye. Ozel di navbera bidestxistina desteka hin muhafezekarên ku ew wek muxatabên xwe dihesibînin û daxwazên bingehên xwe, yên kemalîst, temaşevanên laîk bi cih bîne, diçe û tê.”

“Peyva CHP û azan di heman hevokê de bin peyva sêyem ‘zulm e’, ne temînat e”

Demîr got, “CHP ya ku bi gotina 'dîn weke amûra siyasetê bi kar tîne' bi dehan sal e ku kesên dîndar vereş dike, banga nimêjê, şapik, qursên Qur'anê qedexe dike û mizgeftan vediguherîne axuran, heta dikare îdia bike ku 'temînata banga nimêjê CHP ye'. Eger peyva CHP û azan di heman hevokê de bin peyva sêyem ‘zulm e’, ne temînat e. Dema ku Serokê CHPê got ku ew temînata azanê ne, komek kesên ku xewna Tirkiyeyeke bê ezan didîtin, dîsa qîriyan û vê carê jî heman kesî ji bo ku bi ser bikevin got, "Rakî wê bibe 140 lîre." Soza rakî ya Özel bes bû ku taxa laîk mest bike.

“Cihê dijminatîya koçber û nijadperestîtê di erdên Îslamê de nîn e”

Demîr di derbarê dijminatiya li koçberan û nîjadperestiyê de jî nirxandinan kir û got, “Şerên navxweyî, îşxalkerî û polîtîkayên îstîsmarê yên ku hêzên emperyalîst li erdnîgariyên Îslamê dane destpêkirin, bi milyonan mirov kirine koçber. Li welatê me hin 'siyasetmedar' bi axaftinên nijadperest û faşîst raya giştî dixin hedefa van bindestan û ev jî meyla kirina sûcên li dijî koçberan zêde dike.

Êrîşên li dijî koçberan ên li van xakên ku heta sedsala dawî bi sedan nîjad û çandên bi biratî bi hev re dijiyan, şermeke. Karkerê Efxanî yê ku li Zonguldakê di madenê de nexweş ket, nebirin nexweşxaneyê, û bi şewitînê qetl kirin mînakek bi êş e ku bûye nijadperestiya hovane. Di demeke ku ji bo parastina heywanan jî seferberî tê ragihandin, divê jiyana mirovan tenê ji ber nijada xwe ewqas bêqîmet nebe.

Divê neyê ji bîr kirin ku em wek zarokên Adem û Hewayê hemû xwişk û bira ne û xwedî mafên wekhev in. Em ji eşîr û miletên cuda cuda ne ku ev yek ji nîşanên Xwedayê mezin e. Tu nijad ji yê din ne bilindtir e. Li hemberî vê zilmê bêdeng mayî, bûyîna alîgirê sûc e. Weke HUDA PAR em ê li dijî nijadperestî, faşîzm û nefretê bi sekna xwe parastina rûmeta mirovahiyê bidomînin."

“Di dema ku li Filistîn/Xezze û Lubnanê li dijî sivîl, jin û zarokan qetlîam tên kirin, berdewamkirina çalakiyên şahiyê yên mezin çi exlaqî çi jî wicdanî ye”

Demîr diyar kir ku saziyên şahiyê yên di bin navê Festîvalên Rêyên Çandê de tên lidarxistin divê tedbîrên teserûfê tevbigerin û dema ku qetlîamên li Xezze û Lubnanê dewam dikin divê saziyên şahiyê yên mezin bi berpirsyarî tevbigerin. Demîr got, “Li şûna van çalakiyên ku bi terxankirina bûdceyên mezin tên lidarxistin, girîng e ku çavkaniyên giştî li gorî tedbîrên teserûfê bêyî îsrafkirin, li ber çavan bê girtin, pêşanî û pêdiviyên giştî yên civakê werin xerckirin. Hem li welatê me hem jî li seranserê cîhanê qeyranên mirovî hene û tevî vana di dema ku li Filistîn/Xezze û Lubnanê li dijî sivîl, jin û zarokan qetlîam tên kirin, berdewamkirina çalakiyên şahiyê yên mezin çi exlaqî çi jî wicdanî ye. Projeyên bi vî rengî divê li gorî nirxên me yên exlaqî bi nêzîkatiyek berfirehtir û berpirsiyartir werin meşandin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir