Rejîma siyonîst li Lubnanê rojnamevanekî şehîd kir
Hat ragihandin ku di êrîşa rejîma îşxalker a siyonîst ser Lubnanê de rojnamegerek hat qetilkirin.
Êrîşên balefirên herbê yên rejîma îşxalker a siyonîst ser Lubnanê didome.
Di êrîşan de heta niha 55 jê zarok 558 kes şehîd bûne.
Di êrîşan de herî kêm 1700 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku Hadî Es-Seyîdê nûçegihanê kanala nûçeyan a El-Meyadîn a ji Lubnanê weşanê dike û bi nêzîkbûna xwe ya ji Hizbullahê re tê naskirin di êrîşên îşxalê de şehîd bûye.
Hat ragihandin ku îşxalkeran di êrîşa hewayî de mala Seyîd kirine hedef. (ÎLKHA)