• DOLAR 34.118
  • EURO 38.274
  • ALTIN 2922.886
  • ...
Hîzbûllah ragihand ku rewşa Elî Karakî “baş e”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku rewşa Elî Karakîyê ku ji teref siyonîstan ve dihat gotin di encama êrîşa asîmanî ya li ser herêma Dahîyeya Beyrûdê hatiye kirin de şehîd bûye, baş e.

Hîzbûllah agahiya şehîd bûyîna Elî Karakîyê yek ji fermandarên leşkerî ye derewand, ragihand ku rewşa Karakî baş e û di cihekî ewle de ye.

Di daxuyaniyê de hat bal kişandin ku, îddiayên siyonîstan a ku sûîqest li Karakî hatiye kirin bi temamî derewin.

Rejîma siyonîst îddia kiribû ku di encama êrîşa wan a li ser herêma Bîr el-Abîda Beyrûdê de 3yemîn zilamê Hîzbûllahê şehîd bûye.

Artêşa qaşo a siyonîstên îşxalker, ji duh danê sibehê vir ve ji xeynî başura Lubnanê bi sedan êrîşên asîmanî Bekaa û Baalbekê jî kiribû.

Di encama êrîşên îşxalkeran de tevî navde zarok û pîrek jî hene 492 kes şehîd bûn, 1645 kes jî birîndar bûn e. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir