• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Ramanli derheqê makeqanûna nû de axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenter Ramanli ku ji bo beşdarî çend bernameya bibe hatibû Wanê, di avahîya Serokatîya Bajêr a Wanê ya HUDA PARê de bi mezinên malbatan, endam û dildaran re hat cem hev. Li vê derê axavtinek kir û îfade kir ku ew ê Tirkîye bi makeqanûneke ku heq dike re xwe nas bike.

Ramanli destnîşan kir ku Partîya DEMê û CHPê daîma êrîşî HUDA PARê dike, “Em bi çar wekîlî di meclîsê de ne. Hema hema ti rojekî jî tineye ku hinekan derheqê me de xeber nedin, hinek bi me re micadeleyê dikin, hinekan dixwazin me reş bikin. Bi taybetî ji du alîyan êrîşên ciddî ji me re têne kirin. Ji wan yek Partîya DEMê ye yê dinê jî CHP ye. Em dizanin ku çima ji me ditirsin. Em heqîyê rasterast dibêjin. Êdî wext hatîye ku em heqîyê bi hîkmetî lê di nav cesaretê de bikin qîrînî. CHPê dem bi dem ji van gotinên me aciz dibe. Çima? Çîmkî CHPê naxwaze ku bila ev sîstema wî ya ku bi xwe damezrandîye û digel îqtîdarîya 22 salî ya AK Partîyê jî didomîne xera bibe. Ew hêna jî vê xeyalê dike; Îro an jî sibe bi çi şeklî dibe bila bibe ez ê rojekî werim desthilatdarîyê, ji ber vê yekê bila rêça makeqanûna ku ekîba min, însanên ku di îdeolojîya min de ne û elemanên min nivisandine di rewacê de bibîne. Dema ku ez werim jî karên min zêde tinebe ku makeqanûnê li gorî xwe veguherînim. AK Partîyê jî di nav 22 salan de ku îqtîdar e di tetbîqê de gelek tiştan guhartîye lê mixabin di makeqanûnê de yanê bi makeqanûnî tiştekî çênekirîye. Dibe ku di şevekî de bi qelemekî van tiştan hemûyan ji destê me bêne derxistin. Îro tiştên ku em bi navê hurrîyetê, azadîyê û heqîyê bikartînin û dijîn çi hebe bila hebe dibe ku ji destê me derkeve û winda bibe. Ji ber vê yekê makeqanûna nû gelek muhîm e. Ji ber vê yekê lazimatîya memleketê ji makeqanûneke sîvîl re heye. Û em jî ji bona ku vêya çêbibe dixebitin.”

“Ew dibêjin ku bila makeqanûneke nû neyê çêkirin”

Ramanli bal kişand ku ew dixwazin û diparêzin ku bila di makeqanûnê de meddeyên ku makeqanûn neyê veguhertin tinebin, “Haya me ji vêya heye. Em ji niha ve rabin bibêjin ku bila di makeqanûnê de vêya hebe an jî tinebe ji mirovên ku nîyetên wan xerab in re melzeme didin destê wan û ew jî ji kokê ve nehêlin ku bila ev kar bê kirin. Me qet derheqê esasê de tiştekî negot, tenê derheqê usulê de tiştekî got, qîyametê rakirin. Tiştê ku em dibêjin ev e; ger ku em makeqanûnekî nû çêbikin divê di vê makeqanûna nû de meddeyeke ku guhertina wî bê qedexekirin an jî teklîfkirina wî bê qedexekirin tinebe. Di encamê de sazîya însanê qanûnekî û nivîsekî ye. Me got ku werin em îro makeqanûnekî nû binivisînin, 50 sal paşê an jî 100 sal paşê torinên me ger ku ji yê me xweşiktir û baştir qanûnekî bibînin bila ew jî serbest bin. Qîyametê rakirin. Way efendim hûn çawa eleqeya xwe bi 4 meddeyên ewil dikarin bikin? Yaw me ji sê meddeyên ewil re, ji çar meddeyê re tiştekî negotîye. Yanê me got ku bila di makeqanûna ku em çêbikin de maddeyeke wek maddeya çaran tinebe. Yanê me qala usulê kir. qîyametê rakirin ser serê me. Gotin vana neyarê alê ne, vana neyarê komarîyê ne. Gotin û gotin. Çima vana ewakî kir hûn dizanin? Ew dixwazin ku bila makeqanûnekî nû neyê çêkirin. Bi her wesîleyê dixwazin yên ku vî rojevê dikin pêşîya xwe û qala vêya dikin dev ji vêya berdin lê bi îzna Xwedê ew ê nikaribin bighêjin armancên xwe. Bi rastî ew ê vê milletê bi makeqanûneke ku heq dike û layîq e re xwe nas bike. Ew ê ev sîstem bi makeqanûnî jî bê rastkirin.”

“Em dibêjin ku em bi hev re rûnên û vê makeqanûnê çêbikin”

Ramanli îfade kir ku ew bi tevî makeqanûnê ew ê bawerî û azadîyan jî bikin binê temînatê, “Em di nîyeta ku bi zorê hemû kes weka me be an jî em midexeleya hemû kesan bikin de nînin. Bileqs, em li hember vêya ne ku bi zorê me nekin wek xwe. Em li hember eleqekirina wan a ji cilên me, bawerîya me, jîyana me û îbadeta me re ne. Em wek 85 milyonan di heman welatî de dijîn. Çiqas heqê min hebe, ewqas heqê mirovekî Wanî jî heye. Çiqas heqê Sînopî hebe ewqas heqê Îzmîrî jî heye. Helbet qasê ku li vê welatê mirovên mihafazakar hene însanên sekuler jî hene. Qasî ku nîjadperest hene ewqas lîberal jî hene, qasî kemalîstan mirovên nîjadperest jî hene. Em dikarin tev bi hev re di vê memeleketê de di nav duzeneke adil de bijîn. Em dibêjin ku werin em bi hev re vê makeqanûnê çêbikin. Lê em dizanin ku dema em vê makeqanûnê çêbikin ev jî di bin garantîyê de ye. Em di nîyeta zilmkirinê de nînin. Em naxwazin heqê yekî xesp bikin lê em ê di vê makeqanûna ku nû çêbikin de jî ew ê tu kes nikaribe zilmê li me bike. Ew ê bawerîya me nikaribe bike bin zordarî û zexta xwe.  Ew ê nikaribe qursên Quranê bigre. Wê nikaribe turbanê qedexe bike. Wê nikaribe însanên dîndar ji raya giştî bavêje. Em bi vêya bawerî dikin. Ger ku li memleketekî azadî û îradeya azad hebe ji xwe heqî ew ê li derê xalib were. Ger ku wisa nebûna, ger ku dînê Îslamê dînê fitratê nebûna ew ê çawa bibûne sîstemekî ku di nav demeke kurt de bi milyonan însan bawerî pê anîtine? Qebûlkirina bi zordarî û zextê ev ne mimkin e?” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir