• DOLAR 34.151
  • EURO 38.142
  • ALTIN 2915.85
  • ...
Serokkomar Erdogan, bi Serokkomarê Îranê Pezeşkîyan re hevdîtinek kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtinê de têkilîyên dualî yên Îran û Tirkîyeyê, êrîşên rejîma îşxalker ên li djiî Filistîn û Libnanê, meseleyên herêmî û kûrewî hatin gotûbejkirin.

Serokkomar Erdogan di hevdîtinê de îfade kir ku girêdaybûna dîrokî û çandî yên Tirkîye û Îranê daîma ji têkilî û minasebetên herdu welat re başîtîya wî çêbûye, wek her dewrê ew ê di vê dewrê de jî li gorî menfeatên herdu welatan firsedên hevkarîyê bêne nirxandin û minasebet û têkilîyan jî di her warî de bêne pêşvebirin.

Serokkomar Erdogan destnîşan kir gavên aştîyê yên li hember êrîşdarîya rejîma sîyonîst ku li herêmê hizûr û aştîyê tehdît dike têne avêtin gelek muhîm in, divê civaka navneteweyî li hember şîddeta ku sîyonîst li dijî Filistîn û Libnanê bikartîne bi lez û bez bê dawîkirin dengê xwe zêdetir bilind bike, ji bona ji Xezze û axên Filistînê ku qetlîamên rejîma îşxalker li wê derê têne kirin re alîkarîya însanî bê kirin Tirkîye ew ê cehd û xeyreta xwe zêde bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir