• DOLAR 34.158
  • EURO 38.088
  • ALTIN 2914.782
  • ...
Libnan: Ji herba navxweyî ya Libnanê vir ve roja herî bixwîn îroye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Tenduristî yê Libnanê Fîras el-Abyad, îfade kir ku ew ji herba navxweyî ya Libnanê vir ve roja herî bixwîn îro dijîn.

Ebyad, ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîst de ku doh bikaranît 24 jê zarok, 39 jê pîrek tev de 274 kesan canê xwe ji dest dane, 1024 kes jî birîndar bûne.

Ebyad, diyar kir ku di encama êrîşên ku di nav hefteya dawîn de hatine kirin de hejmarê birîndaran 5 hezar û 100 kes in.

Artêşa îşxalê, li dijî herêmên başûr ên Libnanê wek Bekaa û Baalbekê bi sedan êrîşa asîmanî li dar xist. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir