• DOLAR 34.167
  • EURO 38.065
  • ALTIN 2920.905
  • ...
Rejima qatil êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne: 492 şehîd, 1645 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Operasyonên Acîl a Tenduristîya Gel a ku girêdayê Wezareta Tenduristî ya Libnanê ye ve hat belavkirin de, derheqê êrîşên rejima qatil a ku ji doh ve li dijî Libnanê bikartîne de agahîyan da.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di êrîşên sîyonîstan de heta niha 35 jê zarok, 58 jê pîrek tev de 492 Libnanî şehîd bûn, 1645 kes jî birîndar bûn.

Ev reqem, ji 8ê Cotmeha 2023an ku destpêka pevçûna di navbera Hîzbullah û rejîma sîyonîst de ye vir ve reqema herî zêde ye.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê ji hemû nexweşxaneyên li wîlayetên Nebatîye û Baalbek-Hermelê xwest ku ji bona ku birîndaran tedawî bikin bila hemû emelîyetan bidin sekinandin.

Wezareta Perwerdehîyê jî daxuyand ku ji ber rewşa ewlehîyê li gelek herêman ji perwerdehîyê re navber hatîye dayîn.

Artêşa îşxalkeran, ji serê sibeha doh vir ve li gelek cîhan êrîş da destpêkirin.

Ji ber sedema êrîşan ji başûrê welat ji alîyê Beyrûd û herêmên bakur re koç têne kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir