• DOLAR 34.151
  • EURO 38.142
  • ALTIN 2915.85
  • ...
Li Îranê hejmarê mirîyên ku di teqîna madenê de mirîyabûn derket 38an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajansa Xeber a Komarîya Îslamî ya Îranê (IRNA), roja Duşemê daxuyanîyek parve kir, di daxuyanîyê de diyar kir ku di encama teqîna ku li Xorasana Başûr a Îranê di kana madenê de pêk hatibû de hejmarê mirîyan derket 38 kesan, 14 kes jî hêj di madenê de asêne.

Roja Şemîyê li Tebesa ku 540 kîlometre dûrê paytext Tehranê ye di madena komirê de teqînek pêk hatibû.

Li gorî çapemenîya welat hêj 14 kes winda ne û ji bona ku bêne dîtin jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin encax hat destnîşankirin ku li herêma Cyê ya madenê ji ber zêdebûna xazê xebat hatine hêdîkirin.

Li wîlayetê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir