• DOLAR 34.167
  • EURO 38.065
  • ALTIN 2920.905
  • ...
Li Japonyayê erdhej: Hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li nêzê Giravên Torishimaya Japonyayê di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat.

Hat desntîşankirin ku navenda erdhejê Girava Torishimaya ku di nav Okyanûsa Pasîfîkê de ye.

Erdhej di seat 08.14an de 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Ajansa Meteorolojîya Japonyayê, piştî erdhejê ji welatîyan re bang kir ku bila ji nêzê avê xwe dûr bixin.

Ajansa Meteorolojîya Japonyayê ku ji bo giravên Izu û Ogasawarayê hişyarî da, îfade kir pêlên ku qasî 1 metreyîne bi lez nêz têne û tê texmînkirin ku di seat 09.00an de bighêje peravê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir