Îranê, 12 sîxûrên sîyonîstan qefalt
Mihafizên Şoreşê, daxuyandin ku ew li 6 wîlayetên Îranê, 12 kesên ku ji rejîma sîyonîst re sîxûrtîyê dikirin, bi şeklê ku bi şebekeyekî re plan dikirin ku li dijî ewlehîya welat çalakîyan bikin hatin qefaltin.
Di daxuyanîya ku ji teref Yekîneya Minasebetên bi Gel re ya Mihafizên Şoreşê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku rejîma sîyonîst û alîgirên wî yên Rojavayî û Ewrûpayî bi teybetî jî Emrîka ji hedefên xwe yên şeytanî û reş a li Xezze û Libnanê re negihaştin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku piştî mexlûbbûna bi rezîlane ya van kesan, serokên sûcdar ên rejîma nîjadperest û sexte, ji bona ku ji vê stratejîya nikarin ji nav derkevin xelas bibin ketin nav xebateke ku li Îranê krîzan çêbikin û plan kirin ku li welat gengeşîyê derxin.
Hat îfadekirin ku di encama operasyonekî de li 6 wîlayetê 12 kes hatin qefaltin ku ew kes jî plan dikirin li dijî ewlehîya gel çalakîyan bikarbînin. (ÎLKHA)