• DOLAR 34.156
  • EURO 38.035
  • ALTIN 2881.019
  • ...
Binesazîya Dîyarbekirê ji baranê re kêm ma!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barana ku di seatên serê sibehê de dest pê kir, heta nîvroyê jîyanê bi xerabî tesîrdar kir. Ava ku di bin Derbasbûna Bin a Ofîsê de bûbû wek golê, mînaka herî ku li ber çavan bû.

Ava ku di bin pirê de kom bûbû, jîyanê bi xerabî tesîrdar kir û hinek wesayît jî di rê de asê man. Ekîbên îtfaîyeyê ku hatin cîhê bûyerê, ji bona ku avê tehlîye bikin dest bi xebatê kirin. Encax ji ber barana zêde av zêdetir bû û ev rewş jî xebatan gelek kir nav zehmetîyê.

Xeyn ji vêya gelek kolan û cedde jî di bin avê de man. Welatî ji ber avê di meşê de jî zehmetîyê kişandin û hinek dikan û xanî jî di bin avê de man.

Ekîban, piştî sekina baranê xebatên paqijî û temîkirinê lez girt. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir