• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Di êrîşên îşxalkeran de 11 Filistînî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşxalkeran maleke ku li herêma El-Hîkîra bajarê Deyr el-Belaha ku di navenda Xezzeyê ye bombe kir.

Di encama êrîşê de 4 kes şehîd bûn, 15 kes jî birîndar bûn. Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.

Hat ragihandin ku di encama êrîşa ku li ser Kolana El-Berakeya Xan Yûnisê hat kirin de gelek kes birîndar bûn.

Ekîbên Parastina Sivîl ragihand ku, di encama êrîşa yekîneya topavêj a îşxalê ya li ser herêma Huzaaya rojhilata Xan Yûnisê de 2 kes şehîd bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir