Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 41 hezar û 431an
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 431an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 818an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 352emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 40 sivîl şehîd kirin û 58 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 431an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 818an. (ÎLKHA)