• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Li Japonyayê şilîyeke dijwar tesîrdar bû: Mirîyek 7 winda
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çapemenîya mehellî, diyar kir ku li bajara Ishikawayê şilîyeke ku di dîrokê de nehatîye dîtin pêk hatîye, di encamê de kesekî mirîye heft kes jî winda bûne.

Li gorî xebera NHKê ku qenela televîzyonê ye, rayedarên wîlayetê îfade kirin ku li navçeyên Suzu, Wajîma û Notoya ku hişyarîya barana acîlî hatibû kirin, ji ber rabûna çeman kesekî canê xwe ji dest da, heft kes jî birîndar bûn.

Ajansa Meteorolojî ya Japonyayê (JMA), ji bo bajarokên Wajima, Suzu û Notoyê hişyarîya barana zêde da.

Hat destnîşankirin ku li herêmê gelek xanî di bin avê de man, li Wajîmayê nêzê 3 hezar û 100 heb, li Suzuyê 1.200 û li Notoyê jî di 960 xanîyan de ceryan qut bûne.

Hat ragihandin ku 11 çemên bajêr jî ji ber baranê zêde û rabûne, ji ber vê yekê ji 6 hezarî zêdetir xanî bêceryan man. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir