• DOLAR 34.114
  • EURO 38.137
  • ALTIN 2869.578
  • ...
Hizbullahê ragihand ku di encama teqîna bêtêlê de 25 endamên wê şehîd bûne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hejmara endamên Hîzbullahê yên ku ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve di şer û pevçûnên di navbera Hîzbullah û îşxalkeran de şehîd bûne derket 478an.

Di daxuyaniyên Hîzbullahê de der barê hêmanên ku di teqîna bêtêlê de şehîd bûne de agahî hatin dayîn. Hat diyarkirin ku di encama teqînên bêtêlan de 25 endamên Hîzbullahê şehîd bûne.

Di 17ê Îlonê de, teqînên hevdem li ser pagerên ku endamên Hizbullahê li Libnanê bikar tînin, qewimîn. Di encama teqînan de 2 jê zarok 12 kes şehîd bûn, nêzî 2800 kes jî birîndar bûn ku birîna 300 ji wan giran e.

Di encama teqîna gelek bêtêlên welat de di 18ê Îlonê de 20 kes şehîd bûn û zêdetirî 450 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir