• DOLAR 34.116
  • EURO 38.108
  • ALTIN 2864.537
  • ...
Karwana Hêvîyê wê tirên xwe yên alîkarîyê li ser Urdunê bişîne Xezzeyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cafer Okmen derheqê tirên alîkarîyê ku bişînin de axivî û got ku ew ê dawîya hefteyê ji bakurê Xezzeyê re tirên xwe yên alîkarîyê bişînin.

Okmen bibîrxist nêzê salekî ye ku li Xezzeyê drama însanîyetê bi hemû şîddetîya xwe berdewam dike, “Wehşên sîyonîst, tu nirxekî exlaqî û însanî nas nake û nabêje ku ew zarok, pîrek û îxtîyar in li ber çavê hemû Misilmanan qetlîamên xwe berdewam dike. Emperyalîzma rojavayê bi hemû îmkanên xwe yên sîyasî û leşkerî ji wehşetê re dibe destek. Em jî wek Karwana Hêvîyê nêzê salekî ye alîkarîyên xwe dişînin. Ger ku Xwedê bike nisîb em ê vê hefteyê ji Urdunê ji bakurê Xezzeyê re alîkarîyên xwe yên însanî bişînin. Heta niha me 12 tirên xwe amade kirîye. Xwedê ji hemû xêrxwaz û birayên me razî be.”

Okmen îfade kir ku ew ê tirên wan ên alîkarîyê ji bona ku biçin Urdunê wê birê bikevin, “Niha li gorî agahîyên me bidestxistîye ji ber ku zivistan nêz tê lazimatîya xûşk û birayên me ji çadiran re heye. Me bi qismî be jî alîkarîyên xwe yên çadirê dikir û em ê wan destekên xwe zêde jî bikin. Xwedê ji hemû xêrxwaz û xûşk û birayên me razî be.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir