• DOLAR 34.114
  • EURO 38.118
  • ALTIN 2862.93
  • ...
Di cînayeta Narînê de rapora tip a edlî temam bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Narîn Gûran di 21ê Tebaxê de li gundê Tewşantepeya navçeya Rezan a Dîyarbekirê winda bûbû û di 8ê Îlonê de ceseda wê di nav newalê de hatibû dîtin, derheqê sedema mirina wê de tehqîqata Tip a Edlî temam bû.

Di rapoa ku ji Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê re hat şandin de weha hat gotin, “Bi yekîtîya dengdayînê û hatîye mutalaakirin ku zarok ji ber ku dev û pozê wê hatîye girtin û ji stûyê wê re zor hatîye dayîn û bi vê şeklê bêoksîjen maye mirîye.”

Di raporê de hat îfadekirin ku, “Li gorî daneyên di destê me de ne Narîn Gûran li gorî tibbî nirxandin nehatîye kirin ku qîzik dûçarê êrîşa cînsî bûye an jî na. Çoka wê ya ku qetîyaye jî piştî mirina wê ji ber heywanan pêk hatîye.”

Tê texmînkirin ku mutaalaya Sazîya Îhtîsas a 2yemîn a Tip a Edlî ya ku derheqê cîhên dirana milê Enes Gûran ku birayê Narîn Gûranê ye de tê kirin îro derkeve. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir